CîHAN ROJ

Bajarên nivîsê

Weşan bo zimanan bajarên nivîsê ne.

Ziman  bi têkiliyên xwe, bi reng, bi dengê xwe re diçe bajarên dîtir û dûrtir ên nivîsê. Tê gotin; çîroka her kesî heye. Mirov bi çîrokên xwe re li bajarên dîtir digerin nexwe çîroka her zimanî jî heye wexta diçin bajarên nivîsê, bi çîrokên xwe re diçin…

Bi tevî rastiyên wisa ez û zimanê xwe ê dayikê, em ji bajarên çîrokan de bi rê dikevin, ji erdnîgariyeke ku leheng li wir li „bê miriniyê“ geriyan e, di efsaneyan de, leheng bi pey ketine felekê bikujin… Ji welatekî wisa yê zimên de bi rê dikevin ku ziman ji ber qedexe, bêderfetiyan her bi çanda devkî re jiya ye.

Wexta mijar dibe zimanê kurdî û edebîyata kurdî rewşa hewayê a di meha avrêlê de tê bîra merivan, di rojekê de, gellek halên hewayê têne jiyîn; kurd ji bo wê rewşê dibêjin , daweta gur û rûvî… Mesele tê ser ziman û edebîyatê, hewa dibe bi baran, piştî kêlîkekê ewr belav dibin, tav dertê… Bi tevî  dezavantajên zimên, rewşên bo merivan bibin moral jî ne hindik in; welatê kurdî di heman demê de welatê destanan e, welatê mûzîkê ye, welatê çîrçîrokan e… ji wê hêlê ve, dunya kurdî dunyayeke fireh e ku karibe derfetan pêşkêşî vegotinê bike.

Di çanda devkî de dunyayên derewîn zêde ne, bi nav û bi çîrokên xwe, bûne danehev.Herçî dunyayên derewîn ên di çanda nivîskî de ne, bi qelemên xwe, nivîskariya vî zimanî bi ser wê rê ketine, hewl didin, xwe bigihînin“dunya derewîn“ a metnê!

Lêgerîn û hewlên ber bi çav, bêhtir, derheq teknîk û şêwazande ne çimkî di çanda devkî de şêwaz kêm zêde kifş in, dişibin hev…Nivîs, metnên modern nivîskaran neçar dihêle ku bi pey bikevin daku şêwaza xwe bi dest bixin. Di serdema me de, her ku teknolojî derfetan pêşkêş bike jî di edebîyatê de têkiliyên bi metnan, werger, berawirdkirin, nirxandinên bi çavên cuda di edebiyata kurdî de dikarin bibin gav ji bo teknîk û şêwazê…

Êş, tenêtî, valahî, lêgerîn, pirs, hewla derbirînê  di her wextê de derfet pêşkêşî mirovan kirine. Bi awayek, rewş çi be jî dunyayên derewîn ên mirovan, ên takekesan hebûn e, hene.  Di edebîyatê de cihê peyva „bê derfetiyê“ nîn e, herçî hêvî ye ew jî gula edebiyatê a li asoyê ye…

Di nav coxrafyayek bi dêw, bi leheng, bi şer û pevçûn, gotinên gellek mezin têne gotin û kevirên mezin têne avêtin. Li coxrafyayek wisa,  ên dikarin jiyana li dunya derewîn dewlemend bikin zarok in, ziman in, stran in, jin in, nivîs û edebîyat e, huner e ku her yek jê li coxrafya me weke mexdûrek destpêka çîrokekê ye…

Wexta ez li Mêrdînê bûm, tabloya dunya mi a derewîn, dara hejîrê a li dîwêr şînhatî bû; di nav atmosfereke gellek giran a di salên nodî de ew dar bo mi deriyek bû,  pê re diçûm dunya derewîn ku di wan salên bi şer û pevçûn de zor bû ku meriv karibûya kêlîkekê biçûna dunya xwe a derewîn… Gellek nivîskar, xwendevan an jî aktîvîst wexta bi mexsed nêzikahî li rewşa ziman dikirin, peywir didan pêş xwe mi hewl dida ez têkiliyeke azad di navbera xwe û zimên de bi dest bixim ne ku bi darê zorê ziman biparêzim. Wisa bawer dikim ku detay, dîmen, derbirîn, sêwirînên kes tiştekî jê hêvî nakin dikarin ziman dewlemend bikin… Çûyîna bajarên nivîsê, ji vê hêlê ve jî, çûyîneke balkêş e…

Li xwe mukir têm, zor e ku meriv karibe li hemberî hin êşan xwe rabigire; bîst û şeş sal in hewl didim bi kurdî binivîsînim. Mi şahidî kir ku temenê gellek peyvên bi kurdî weke temenê sîperikê ne; gellek peyv hene meriv nû dibîne, nû hîn dibe, pey re,  bi salan çavên merivan bi wan peyvan nakeve, weke jîndar bibin û cardin bimirin! Ew hal bi tenê bû sebeb ku têkiliya bi kurdî re carna hestiyariyê jî bi xwe re bîne… Di nivîsevaniya xwe de hewl didim li wan peyvan miqate bim.

Di têkiliyê nivîsevaniyê û bajarên nivîsê de, di têkiliyên edebî de mexdûriyeta zimanekî, mexdûriyeta peyvan, çîroka ziman û peyvan di xebatên edebî de pirî  dibe sebeb di hevsengiyê aqil û hest de arîşe derên. Baldarî, hewl û gavên têne avêtin ên di edebîyata Kurdî de ne hindik in. Weke dubarekirina rastiyekê were dîtin jî her tişt hatiye li xalekê aliqiye ew jî ew e bo bar û bandora hestyariyê sivik bibe, kurdî karibe ji derfet û mîrateyên zimanên din fêde bigire têkilî şert in. Em bi bîr bînin ger kurdî heya roja me li ber xwe dabe yek ji sebebên muhîm têkiliyên kurdî ên dîrokî û şaristanî ne ku meriv ne zimanzan û lêkolîner be jî dikare bi rihetî wê rastiyê bibîne.

Arîşe, astengî ne hindik in. Gotinên „mezin“, armancên „mezin“, bêjarên „mezin“, diruşme, qalib, jiber, qebûl, manîpûleyên mezin nahêlin mirov li detay û li tiştên piçûk bifikirin, lê hay bin, xwe li wan dunyayên derewîn bigirin.

A tê gotin çi be, a tê jiyîn çawa be nivîs disêwire. Di rojek bi baran de, wextê ewrên reş her deverî dadigirin, birûsk vedide, topa asîman datê, çilkek li ser şibakeyê bo merivan dibe bajarekî, bajarekî nivîsê… Dunya merivan a derewîn dest pê dike… 

cihanroj@hotmail.com

Vielleicht gefällt dir auch