Qubadî | Sînemaya kurdî wekî zarokekê nû hatê dinê ye

Qubadî: “Sînemaya Kurd wekî zarokekê nû hatê dinê ye. Hîn dest bi rêçûnê ve nekirê. Bi gelemperî jibo tevayî dinyayê em dikarin bêjin, kîngê ku li welatekî di salê de nizîkê bîst fîlman bên çikirin wê demê em dikarin bêjin sînema li wê derê geş bû ye.”

SEîD VEROJ*

Gelo Behman Qubadî (Bahman Ghobadi) kî ye, kîngê û çawa dest bi hunermendiya sînemagerî kiriye û heta nûha çi berhem dan e? Nav û naveroka wan çi ye?

Behman Qubadî: Ez Kurd im. Ji Kurdistana Îranê, ji bajarê Banê (nifusa wê nizîkê çarsed hezar e û di navbera Iraq û Îranê de ye) û ji gundê Serdavê me. Sih û du (32) salî me. Zaroktiya min li ciyê ku fîlm hatiye kişandin li wan deran derbaz bûî, mezin bûme. Min li zankoya Tehranê beşa sînemayê xwend. Berîya sêzdeh (13) salan min dest bi xebata sînemayê kir. Min bi kurte- fîlman dest bi hunermendiya sînemyê kir, sih û çar kurte fîlmên min hene. Ez çûm dibistanê jî, lê piştre ez têgeham ku dibistanê tiştek nedaye min.

Bi esasî ez di van kurtefîlman de hînê hunermendiya fîlm û sînemayê bûm. Hûn bi vê fîlma min jî dibînin; hemû kurtefîlmên din jî li ser jiyana însanan in. Fîlmên min hemû di wan herêman de hatine kêşandin, naverok û mijara wan jiyana gelê Kurdan nin. Berhemên pêjin û zanînên ku gelê Kurd dane min, kambaxî û zehmetiya jiyana wan, bihuriya min û malbata min û hevalên min, êş û dijwariya şer in. 

Li ser hunermendiya we bêtir tesîra kîjan ekol û kevneşopan heye? Nêzikayiya fîlmên we û ên Yılmaz Guney bi hev re heye gelo?

Ez şopgerê tu kevneşopekê nîn im, lê tu ê bêjî tesîra wan li ser te nebûye? Tesîra her fîlmekî li ser meriv çêdibe, fîlma herî sivik be jî.  Lêbelê ez girêdayî tû ekolekê, şopgerekê, nîn im. Belê fîlma min realîst e, lê bi girêdayî ekolekî nîn im. Êkstperîzma sînemaya Alman jî bi min xoş e, lê ez ne êkstperîst im. Sînemaya Danîmarkî jî tesîr li min dike, lêbelê ev tesîr umumî ye, tenê îlham ji wan digirim. Min fîlmên Yılmaz Güney temaşe nekirine, ez wî zêde nas nakim, min di demekê gelek bihurî de tenê fîlma temaşe kir, lê wê demê jî min nizanibû ev fîlm ya Yılmaz Güney e.

Gelo em dikarin bahsa sînemaya Kurd bikin, yan jî em dikarin bêjin sînemaya Kurd heye? Sînemaya Kurd ger hebe ew di kîjan qonaxê de ye.

Sînemaya Kurd wekî zarokekê nû hatê dinê ye. Hîn dest bi rêçûnê ve nekirê. Bi gelemperî jibo tevayî dinyayê em dikarin bêjin, kîngê ku li welatekî di salê de nizîkê bîst fîlman bên çikirin wê demê em dikarin bêjin sînema li wê derê geş bû ye. Belê, vir de wê da hinek tişt çêbûne, lêbelê rewş pirr zehîf û paşve ye. Lê ez bawer dikim piştî panzdeh-bîst salan rewş dê gelek baş be. Ne tenê Behmanek, ne tenê Yilmazek, … wekî din divê gelek Behman û gelek Yilmaz derkevin. Di Kurdîstana Îranê de vê gavê gelek xort bi karûbarê sînemayê ve mijul in. Bi tevî ku ji aliyê aborî ve rewşa wan nebaşe, hemû jî bi cehd û fidekariya xwe, vê xebatê dikin. Lêbelê em nikarin bêjin sînemaya Kurdistanî he ye.

Li Kurdistana Îranê xebatên rewşenbîrî û hunermendî bi taybetî jî yê sînemayê di kîjan qonaxê de ye? Li ber xebatên we asteng çêdibin gelo?

Ez naxwazim bersîva vê pirsyara te bidim, lewra ev pirsyarek polîtîk e. Ez naxwazim polîtîkayê tevî vê xebatê bikim. Lewma ez bersîv nadim. Lêbelê piştî xilasbûna hevpeyivînê em dikarin bi taybetî bipeyivin. Lê bi kurtî  ez dikarim bêjim ku di encamê de ev fîlm li Îranê û bi Kurdî hatîye çêkirin, tu pozekî wê jî nehatîya qutkirin û dewleta Îranê vê fîlmê jibo xelata oskarê endam nîşan daye.

Beriya nîşandan fîlma Dema Sermestiya Hespan (Navê wê yê xwerû “Zemanî Beray Mestiyî Esbha” ye) we çi dipa û çi bersîv girt? Lewra hûn dibêjin senaryoya vê fîlmê nehatiye nivisîn, her tişt berhemê xwezayiya jiyana leyîstikvana ye, … mesaja ku we dixwest bi vî fîlmê bigehînin temaşevanan, gehîşte cîyê xwe gelo?

Min gelek zêde temaşevan dipa û min dixwest li her derê dinyayê jî bête nîşandan. Ez ji zarokan gelek hêvîdar bûm, min bawer dikir dê gelek baş be. Gelek baweriya min bi zarokan hebû, ez ji fîlmên realîst hîn bûbûm ku bi zarokan û mirovan re têkilî çawa tête danîn û çawa bi ser dikeve. Hetta niha min kurtefîlm çêdikir, ev yekemîn fîlmê min, a dirêj e. Min gelek şik dikir, gelo temaşevan dê karibin 80ê deqîqe tehamula vê fîlmê bikin yan na. Fîlma min gelekî bala Kurdan kişand.

Gelo ji aliyê lîteratorê ve terza(rêbaza) hunermendiya we ya sînemayê, em dê çawa bi nav bikin, binasin?

Ez naxwazim xwe di çarçova lîteratorekê de bidim nasandin. Ev yekemîn fîlma min a mîtrajdirên bû, ez xwedî îdîakî pirr mezin nebûm. Ez dixwazim terza sînemayekê dramî ya pirr bi hêz pêk bînim; ku ev fîlm xwe bisipêre pelge û xeyalan, di navbera pelge û xeyalan de baweriya temaşevanan bi rastiya wê hebe.

Hûn dibêjin wek derhênerek Emîr Kusturîca diecibînim, di fîlmên we de tesîra wî he ye gelo?

Na. Fîlmên min û Emîr Kusturîca ji hev gelek dûr in, lêbelê gelekî hezdikim wî. Ji Anclopolîs jî gelek hez dikim, ji Keya Rustemî jî gelek hez dikim… Ez ji wan hez dikim, lê hezkirin nayê mana ecibandina afirandina wan.

Beriyê ku hûn werin Diyarbekirê, di derbarê vî bajarî de pêjin û ramana we çi bû û we çawa dît? Bi we Diyarbekir xoş e, an Mahabad?

Ez kelagirî bûm. Jibo min pêkhatina xewnekê ye, dikarim ewqas bêjim. Û dîtina van însanan, bi taybetî jî ê zarokan. Gelek dişibin yên me. Tu xerîbê nakşînim.

Tû ji kerema xwe re dikarî derbarê xebatên xwe yên nû de agahî bidî me?

Di fîlma min a nû de zarok nînin, dê jin û mêrên gihiştî bileyzin. Bi taybetî mijara projeya min a nû; mûzîka Kurdistanê ye. Çîroka sê dengbêjan e ku qasê 1600 km rêyekî dirêj dikudinîn û di vê rêwîtiyê de li her gundî de ji aliyê gundiyan ve bi mêvanî têne mazubandin. Ev fîlm jî wê li herêma Banê bête kêşandin. 

Bi rêka Kovara WARê, mesaja ku hun dixwazin bidin hemû temaşevenan û bi taybetî jî xelkê Diyarbekirê çi ye?

Bila pirr herin sînemayê û temaşa fîlman bikin. Sînemayê wek hobî û meşxulîyetekê nebînin. Bi saya sînemayê merivin cûda cûda nasbikin, herêmên din nas bikin. Sînema çalekiyek e. Dema xwe vala neborînin. Jixwe jiyana me bi xwe di nav tengasiyên gelekî mezin de ye. Eger çend seet dema we ya vala hebe, wê jî bi tiştekî erênî biborînin.

Jêderk: Kovara WAR, hejmar: 12

…………………………………………………………….

* Bu görüşme, Kovara WAR dergisi adına Seid Veroj tarafından ve son yılların başarılı sinemacılarından Bahman Qubadî (Ghobadi) Diyarbakır’a gittiğinde gerçekleştirildi. Anılan derginin 12. sayısında yayımlanan bu görüşmede Qubadî, genel olarak Kürt sineması, aynı zamanda da yönettiği filmlerle ilgili bilgiler veriyor, değerlendirmelerde bulunuyor.

Vielleicht gefällt dir auch