Cara yekem li Stenbolê | Festîvala Fîlmên Kurdî

30 filmên ku temamê wan li mijar û kêşeyên Kurd vedibêjin cara yekem bi saya vê festîvalê li Stenbolê bêne nîşandan.

Stenbol – Li Stenbolê, 30 fîlmên ku ji alî derhênerên Kurd ve hatine kişandin bi merasîmekê dest bi ”Festîvala Fîlmên Kurdî“ kirin. Festîval, bi amadekariya Navenda Çanda Mezopotamê cara yekem tê amadekirin. Festîvalê pênc rojan berdewam bibe û gelek çalakiyên hunerî jî di çarçoveya festîvalê de bi rê ve biçin.

Bi dehan lîstikvan, derhêner, sînemager û hunermendên Kurd di destpêka festîvalê de kom bûn. 30 filmên ku temamê wan li mijar û kêşeyên Kurd vedibêjin cara yekem bi saya vê festîvalê li Stenbolê bêne nîşandan.

 Di roja 8ê Adarê de tenê fîlmên derhênerên jin bêne nimandin.

Ji ber ku festîval bi derfetên teng tê amadekirin, hinek fîlmê li salona Navenda Çanda Mezopotamyayê bên nimandin. Herwiha di dawiya festîvalê de tu xelat nayên dayîn. Di çarçoveya festîvalê de nimayişên şano û konsert jî ava bibin.

…………………………………………………..
TW Kurmanci Redaktion
kurmanci@toterwinkel.at

Vielleicht gefällt dir auch