Çîrokeke Balkêş

Peyv bi kurdî, ji bangnîşanan bigirin heya dirêjkirina deng û peyvan, bi her hawî zimanekî biyanî mijar bû!

İzmir – Dimeşiyam, li pey mi hin keçên lîseyî, bi kêf û henek, bi dengekî bilind û şemate, bi zimanekî biyanî diaxifîn! Her carê jî pê re dibû tîqetîqa wan û dengê wan li sikakê belav dibû! Bi min balkêş hat ku wan çawa dikarî bi zimanekî biyanî hewqas bi rihetî, herikbar û bêy bilukumin diaxifîn, jixwe ku kesek endamê zimanekî be dikare bi wî awayî û serbestiyê bi wî zimanî biaxife! Tam wexta di ber min re derbas dibûn dengê peyvên kurdî bi ser min ket û gihîşt min!

Peyv bi kurdî bûn, awa û teşeyê axaftinê, fonetîk gellek guherî bûn, na ne guherî bûn rasterast awayê axaftina zimanekî dihat tespît kirin û bi tenê peyv bi kurdî bûn, xuya bû weke fikir û ceribînekê bû di jiyana wan de! Peyv bi kurdî, ji bangnîşanan bigirin heya dirêjkirina deng û peyvan, bi her hawî zimanekî biyanî mijar bû!

Ne mimkun bû ku kesekî tirk hay jê hebûya ku ew bi kurdî diaxifin!

Jiyan diherike, hûn nikaribin arîşeyan çareser bikin û guh li maf û daxwazan nekin jiyan bi çi awayî be jî rê dide xwe, piştî çîrokên erjeng yên vê coxrafyayê û gellek çîrokên li vî welatî ger hê jî azadiya zimanekî weke arîşe li meydanê be her tişt dibe kevir û li ber lingê we dikeve, ne dunya, ne jiyan, ne aqil û ne jî ûcdan êdî problemên di derheqê mafên bingehîn de qebûl nake… Xwezî we ew bidîta bê ew keçik ji ber ku bi serbestî bi zimanê xwe diaxifîn çiqas bi kêf bûn…


cihanroj@hotmail.com
Foto: www.freepik.com

Vielleicht gefällt dir auch