CîHAN ROJ

Edebiyat, ruh û mejî û moriyên qetî

İzmir – Gelo parçebûna mejî û şexsiyetê çiqas bandor li parçebûna ruh dikin?

Hêja ye em bipirsin, gelo bi qasî parçebûyîna mejî û şexsîyetê ruhiyeta kurdan jî parçe bûye? Di afirandina karekter û di sêwirîna berheman de, di xwendin û lêkolînan de, lê hay dibim ku ji alî ruhî ve meriv nikarin behsa parçebûnekê bike ku bi qasî mejî mijar e! Sebeb wisa xuya dikin ku bi qasî êşê, bandora ziman, folklor û mûzîkê heye li wê rewşa bi nakokî!

Heke bi awayeke zanistî û cidî li ser meselê neyê rawestîn parçebûna ruh jî peyderpey diqewime ku di vê dewrê de ger edebiyat, mûzîk, huner bi awayek xweser nemeşe ê encamên sotîner derên pêş… Ji xweseriyê mabest ewe ku di edebiyat û hunerê de em lê hay bin bi qasî bindestiyê “rastiyên hiyerarşîk” yên navxweyî  jî bi arîşe ne di qada edebî û hunerî de…

Em êdî di nav dinyayek wisa de ne ku her tişt çiqas nêz e hewqas jî dûr e. Têkiliya bi edebiyatê re di heman demê de bi wê rastiyê re bi şikil dibe herwiha ruh jî pê re ciyê xwe kifş dike…

Ji detayên tarîxa kesayetiyan bigirin heya destan, mûzîk û detayên dîtir yên jiyana kurdan neyê xwendin û têgihiştin, heya edebiyata dinyayê neyê xwendin, heya çîrokên vî zimanî bi awayek edebî neyê rojevê zor e ku îro ro em karibin xîtabî ruhê xwendevanan bikin…

Carna îcab nake ku meriv derûnas û civaknas be, vegerin li jiyana xwe binihêrin, bi tevî „tîp“ û şexsiyetan bi hezaran bûyer, çîrok, nêzikahî û tevlîheviyên jiyanê mijar in.

Helbet hewl hene, belkî mesele ew e ku bi tevî dîrokeke hewqas bi gêdûg, bi çîrçîrok û bi mesele, bi tevî bermahî û çîrokên cuda hê jî têkiliyeke edebî ya tê hêvîkirin kêm tê rojevê.

Şêwaz û afirandina zimanê xwe yê edebî arîşeyeke sereke ye ku meriv dikare bandora „parçebûnê“ weke sebeb îfade bike.

Xwendina edebîyata dinyayê, xwendin û têgihiştina tarîxa kulturî ya vî zimanî û egerên din şert in lê pirs ew e ku em ji qelema xwe bikin; gelo çima em dikarin bi şev û rojan „qal bikin“, „behs bikin“ lê di nivîsê de di paragrafekê de jî li kumîn, parçebûn , tevlîheviyên şêwazê dertên pêş me?

Mesele tê li zanistê dialiqe, mîsal, gelo, ruhê ku zêde parçe nebûbe, hewqas jî tenik û bi hestiyariyê re ketibe halekî  “zarokane” çawa di metnên edebî de hewqas sert dimîne? Na, di gotin û derbirînan de, bi çavê pêşî û bi awayek sayakî, hest, derbirîna hestan, hewla îfadeyên hezkirinê û evînê ne hindik in lê ruh tê de sert e çimkî meriv têdigihije ku ruh di bin kontrola wê mejiyê parçebûyî de, mejiyê bêqerar û bêîstiqrar de maye, ruh ne serbest e çimkî di hezkirinê de bi qasî mantiqê azad û serbestbûna ruh jî pêwîst e.

Ger em “îfade” yê, pê re jî dengbêjiyê, metnên dengbêjiyê, mûzîka wan lêbikolin, pê re xwe ji derfetên edebiyata dunyayê nekin, hinekî mejiyê xwe û ruhê xwe serbest beredin, karibin kêmaniyên xwe, kêmaniyên civakê, yên tarîxê bibînin(behsa wê seknê nakim ku hertişt tê redkirin an jî piçûk tê dîtin) belkî gavên baştir werin dîtin.

II.

Ji alî teknîkî ve, rastiyên heyî, derengmayîna di gellek waran de, di nivîsan de dibin sebeb da ku bi mijarekê re gellek meselên dîtir jî werin rojevê, di şêwaz û teknîkê de jî ew sertbûn tê dîtin. Balkêş e ku di kurdî de her hevok li ku ye weke biwêjekê an jî  gotineke resen xuya dike çimkî  ziman hewl daye her tiştî biparêze, îfade bike wisa ku ji ber nebûna derfetên nivîsê di heman demê de ziman hewl daye xwe jî biparêze. Şêwaza ku hatî behskirin di eslê xwe de ne felsefî ye lê di vegotin û derbirînê de felsefî xuya dike, di metnên edebî de, ew ratsî jî dibe sebebê sertbûnê û nahêle ruh serbest bimîne…

Bi saya derfetên zimên, em hewl bidin ji nav meselê derbikevin; beriya çendekê Mehmet Öncü gotinekê par ve kir; “dolab behs e, teşî reqs e, nexş hewes e.”  Mi ew gotin li destpêka romana xwe “Armonîkaya Hêşîn” nivîsî.

Heqîqeten wexta meriv xwe, ruhê xwe serbest dihêle, her tiştî disenifîne û her tiştî li gorî qeyde rê û rêçikên heyî , li gorî ilm û ceribînan têdigihije hem bêhna merivan tê ber merivan di edebiyata honakî de hem jî bi serbestberdana ruh re ziman jî xweş diherike, bê henase namîne, ew jî dibe sebeb birînên mejî jî hinekî bikewin.

Biwêja “moriyên qetiyayî” rewşê îfade dike.(Helîm Yûsiv navê romana xwe “99 Morîkên Belavbûyî” lê kiribû, 99 û belavbûna wan 99 moriyan rastiyên dîtir derdibin) Her morî di heman demê de biqasî ku belavbûnê tîne bîra me, qetandina ji tevahîbûnê îfade bike jî morî dîsa morî ye li meydanê, ev bo ruhiyetê jî dikare were gotin û heta weke rastiya têkiliya takekes û civakê jî meriv dikare bide pêş xwe ku di edebiyatê de carna meriv karibe moriyan biqetîne, hin şirikan biqetîne da ku objeyên di şirikan de karibin bibin sebebê şirik û sûsên nû!

Di demên êşên xedar û birînên kûr de kilam dihatin gotin, baş e, di metnên edebî de kilamgotin tê çi mahneyê? Em vê pirsê bikin û bihêlin li ciyê xwe…

…………………………………………
cihanroj@hotmail.com

Vielleicht gefällt dir auch