CîHAN ROJ

Êşên neçarên dema modern

  „Çavên yekî li ser me ne“

Bi ber min ve hat, nêzika min bû, bi hêrs û bi fişkînî bû, bêyî ku ez halê halê wî bipirsim, an jî jê bipirsim gelo çi qewimî pê de çû got:

“ Sala çûyî, dikandarekî xwedî dikaneke piçûk a li taxa me pênc panqnotên(pere) kaxiz da min, reng li pere qimitî bû, gellek jî gemar bû. Roja mayî ez çûm marketeka bi nav û deng. Min ew pere dan kasiyerê. Keçikê pere xist makînê, makîneyê her carî ew pere qebûl nekir. Keçikê pere li min vegerand. Piştî wê rojê çiqas diçim şaxên wê marketê, bi piranî, perê ku ez didim wan dixin makînê. Heya wextekê min xwe qîna dikir û digot; normal e çimkî wextê ku ez pereyan dixim bêrîkên xwe, hingiya desten min jî dikevin bêrîka min û wisa diğerim, vêga pereyên kaxiz curde dibin.

Lê na, dûvre li xwe mikûr hatim ku ewna pereyên teze jî dixin makînayê. Carna li ber kasê dikevim dorê, ji gellek kesan perêyan naxin makînê, lê kengê dor tê min, pereyên min dixin makînê. Heya kasiyer min baş binasin, ew wisa diqewim e. Kasiyerên nû, ên min nas nakin, heya wextekê pereyan diceribînin.

 Îro çûm mandireyekê, min nîv kîlo mast kirî, bîst panqnot dan camêr, ciwanmêr çû koşeyê dezgehê, xwahr bû, hinek wext derbas bû, dûvre serê xwe rakir, min dît ew pere di destê wî de ne û hê jî bi tiliyên xwe seh dikir!

Ew gelo ew çima wisa ye?

Çiqas rast e nizanim lê dibêjin kamerayên wan hene, li wechê merivan û dinêhrin merivan dinasin. Rast e ne rast e, ez nizanim, lê êdî ez aciz dibim, bi hêrs dibim. Li kû bim, êdin dikevim bin şike, bê ka gelo mi çi qebhet kiriye.“

Ka minê çi jê re bigota, a ku daliqî bû serê wî sêwirîn bû an rastî bû min jî nedinizanî, a rast ew bû ku dixûya ku ew bûyerên wî li wî bûbûn travma. Dûvre hevoka “çavên yekî li ser me ne”, hat bîra min…

Neçar bû, ji ber samîmiyetê ji min re got,”li xwe mûkir têm, ew cara pêşî ye ez bi te re par ve dikim. Her kes min dinasin, ji mirovan re dibêjim, ji kesên kêmfersend re, ka ewê li ser çi îhtimalan bifikirin?”

De ka werin safî bikin!

………………………………………………………………………………………
cihanroj@hotmail.com

Vielleicht gefällt dir auch