Lêkolîner | Li daristanan piştê 20 xurekan stres kemtirîn dibe

Wan kesena cîhê ku ev derkevin der, bixwe ecibandin. Jixwe divê, deverên ku ew gera xwe bikin, gor dilê wan bûya û xwe baş bihisîna.

TW Redaksiyona Kurmancî – Ku mirov rabin û biçin gera parkê an jî hîn çêtir, rabin biçin daristanekê, wisa bêhna mirov berfirehtir dibe, jixwe ev ne sirreke, her kes pê dizanin.

Lêkolînerên Unîversîteya Michigan jî jixwe re kirin xebat û xwestin rasterast bizanin, çûyîna nav xwezayê çi bandorê li ser me dike. Ökologîst Mary Carol Hunter nivîsvanê vê lêkolînê û a ku nivîsa xwe di “Frontiers in Psychology” de weşandî dibêje; “em dizanin ku mirov diçe ber hêşinî û wexta xwe li wir derbas dike, wisa stresa li ser xwe kêmtir dike. Lê hettav niha ew ji aliya zanistanan ve ne eşkere bû divê me çiqas wext li wir derbas bikira û çend caran biçûna ewan deran, û bi çi awayî wexta xwe li wir derbas bikirina.”

Hormona stresê kortîzol, ji aliya qalikê ser gurçikan -adrenal cortex- ve peyda pezda dibe û ji kezebê ve tê kişandin. Her ku kortîzol zêde dibe; stres zêde dibe, dibe kronîk, kîlo zêde dibin, immunsystem zeîf dibe, sistema dil xera dibe, depresyon û hinek nexweşiyên din derdikevin. Tîma Huntersê di ser lêkolînên xwe re gihîştin wê encamê; ku laşê mirov bihîse ew li daristanê ye, ji 20 xurekan de hetta 30 xurekan, kortîzol di laşê mirov de kemtir dibe.

Di bin çavdêriya lêkolînaran de experîmentek çêbû û 36 mirov di heftekî de sê caran, û her caran jî deh xurekan zêdetir derketin nav daristanê. Berîkê derkevin, wextê ku li der bûn, û piştê vegerîna ji der, kontrola kortîzonê li ser kesên tev vê experîmentê bûyî hat kirin. Wan kesena cîhê ku ev derkevin der, bixwe ecibandin. Jixwe divê, deverên ku ew gera xwe bikin, gor dilê wan bûya û xwe baş bihisîna.

Herwiha ewana wextê ku derketin nav daristanê, divê; bi rojê derketina, spor nekirina, telefon nekirina, neketina înternetê, gotûbêj nekirina û nexwendina. Piştê lêkolînên zelal bû ku, di navbera 20 xurekan de kortîzol kemtir dibe.

info@toterwinkel.at

Vielleicht gefällt dir auch