Parçeyên ruh û peyva xaîs

Ciyekî gellek xweş e. Li çiyayekî dinihêrim, bi hêcanê banga zarokan dikim: „Hûn dibînin zarokno! mirov dibêje qey çiyayekî ji gundê me ye.“

İzmir – Zarok li min dinihêrin, dilê min naşkînin û dibêjin; “wisa ye”. Ber bi bostên ve diçim. Li dora pûrên loviyan diçim û têm, “di zarokatiya min de”, dibêjim û dest pê dikim! 

Zarok hewl didin, bi pirsên xwe rê bidin sohbeta min da ku ez ya di dilê xwe de vebêjim!

Li xwe mukir têm ku, ruh bûye parçe parçe û „parçeyê zarokatê“ li her deverê, wek têjika yek royî ya teyrek xerîb ku bi baskê şikestî mabe li nav zarokan disekine; li hêlekê halê baskên wê li alî din lîsk û hewesa zarokan, ne tebatî heye, ne jî meriv dikare bistire!

Radibim, dimeşim. Li ciyekî, dîmên dibe sebeb hemî parçeyên ruh, wek darekê; aso, hiş, ruh, bi rê dikevin, ew diçin,  lê beden li ciyê xwe dimîne… Çûyîneke wisa ku ne cî dimîne li bîra merivan, ne jî parçeyên ruh…

XAÎS

Roj li ava ye…
Peyveke xaîs 
Hêdî hêdî, çavên xwe vedike
dibêjim, qey hezkirin, şiyarkirina peyvên xaîs e!

Pirseke mişeqet pêşkarî min dibe ku „şeytantir“ pirs e;
Gelo wexta Virginia Woolf kevir di bêrîkê de bûn û ber bi bahrê ve dimeşiya aso çi reng bû?

………………………………………………………………………………………
Foto: Cîhan Roj cihanroj@hotmail.com

Vielleicht gefällt dir auch