ROHAT MİRAN

Neuronên nû ava bikin!

Viyana – Pirr kes difikirin û dibêjin, her ku sal û umrê me pêş ve diçin, mêjiyên me an jî sînîrên di mêjiyên me de kemtir dibin û ji ber destên me jî qet tiştek naye ku em vê paşveçûnê bisekinin. Gor lêkolînaran ev ne rast e û mirov dikarin ve prosesê veguherînin û neuronên nû ava bikin, ango xwe cantirîn bikin.

Ku neuronên nû birizin an jî ji nû ve ava bibin, ew bandoreka pozîtîf li ser dêhna me, li ser zêhn, li ser fêr bûn, li ser motîvasyonê, li ser hîsan, li ser emosyonên me û  li ser tirsa ji derûniya me dikin.

Li vir heft bingeh tên pêşkeş kirin ku bi van, di her salî de neuronên nû ava dibin.

Fêra entsrumanekî bibe, da ku neuronên nû ava bibin

Fêrbûna enstrumanekî nû dikare rihê de şa bike û rihê te ji şûna xwe bilivîne û qabîliyet û qapasîteya te a fêrbûnê gêş û bilind bike. Ne xem e ku tu bibî hosteyê wî enstrumanî, na, ew ne hewce ye. Tiştî herî qenc û pêşketina xweş, amadebûna dest danê, pêhesî, logîkî û analatîkî ye. Bi ve ve, mêjiya te ne tenê di pêş rêça rîtmê ve diçe, nexêr, jixwe piraniya deverên mêjî bi hev re dixebitin.

Fêrbûna enstrumanekî nû bandorê li ser mêjî dike, çawa ku aktîvîteta sporî bandorê li ser bedena mirov dike, fêrbûna enstrumanekî nû jî bandorê li ser mêjiya mirov dike. Her ku zêde hîn bûn, qabîliyeta çaresarkirina probleman û pirsgirîkan baştir dibe û mirov kreatîf dibe. Herwiha alikariya te dike ku tu înformasyonan baştir qeyd bikî û fêr bî.

Jixwe tu di nav çend salan de dibî, bila be, muzîkê bixe/têxe nav jiyana xwe û bi vê ve neuronên nû ava bike.

Oksîjen jibo tenduristiya mêjî

Power Wolkîng (bi rê çûn), Joggen (bezîn), dans û lîstin, malaşîn û bisîklet ajoten ew hemû mînakin jibo hokirina aerobîkî ne. Ew hokirin dibin alîkar da ku neuronên nû peyda bibin, herwiha mêjiya mirov berfirehtir dikin.

Juniyên xwe aktîf bike, bilivîne  daku neuronên nû ava bibin

Her ku tu juniyên xwe bilivînî, hareket bikî, ewqes jî neuronên nû ava dibin. Bi gotineka din, her çi ku tu bi lingên xwe /pêxas biçî, ewqes neuronên xwendin û fêrbûnê zêdetir dibin. Her ku mirov deverên nû nas bikin, û di deverên nû re derbas bibin, ewqes rîzîkoya alzheimerê kêmtir dibe. Ger nikarin zêde li ser juniyan aktîf bibin, wêga medîtasyon jî dikare bibe alîkar. 

 Bi hokirinan beden û mêjî neuronên nû ava dibin

Bi medîtasyon, yoga, tai-chi, pê hesî û aktîvên din di navbera beden û mêjî de wek avê dixuşin û hewce bi hestan kemtir dibe. Jixwe divê hestên mirovan jî car caran pasîf bimînin.

Wek mînak her roj deh deqqan zen-medîtasyon, dêhn an jî yoga kirin, piştê çend mehan de neuronan baştir diguherîn e û awa dike.

Wexta ku tu ewana di jiyana xwe de bi kar bînî, divê her tim hevayê bikşînî hundirê xwe, ewê bandoreka mezin li ser bêhna te bike.

Jibo mêjiya xwe bixwe

Dibeku tu dizanî, omega-3 jibo bêhn, zêhn û mêjiyê pêdeviyeka hewcedar e. Run an jî zeta omega-3 xwe di navenda mêjî de bi zêhn û bi fêrbûnê ve gire didin. Mêjiya me zeta omega-3yê bixwe ava nake, jibo vê divê mirov wê bixwe bistîne û daqurtîn e. 

Kitebekê binivîsîn e

Li sala 2018an lêkolînaran li ser mêjiya nivîskarên afirîner vekolînek pêşkeş kirin, xuya kir ku aliyek ji mêjiyên wan ve produktîfe, xwe organîze dike, analîzan dike û raman û fikrên nû ava dike.

 Vekolîner be, xwe kifş bike!

Ger nivîsanden ne karê te ye ku tu jê hez dikî, wêga hunera bi çavan dîtînî, drama/xemgînî ji te ra bibbin alîkar da ku neuronên nû tu jixwe re ava bikî.


rohatmiran@hotmail.com
www.rohatmiran.com

Vielleicht gefällt dir auch