ROHAT MİRAN

Zimanê min û ez

Wextê ku zimanê min ji min bi dûr xistin, min hemû peyv û navên warên xwe, hestgermiya zimanê xwe, hestgermiya dengê xwe jî vinda kirin. Lê ez hîngê piçûk bûm, min hîn nedizanî ku çi anîn serê min.

Zimanê min li min qedexe kirin û his, dilîn û hestiyên min, ên ku min bi zimanê xwe dihisî ji min dizandin.

Wextê ku zimanê min ji min bi dûr xistin, min hemû peyv û navên warên xwe, hestgermiya zimanê xwe, hestgermiya dengê xwe jî vinda kirin. Lê ez hîngê piçûk bûm, min hîn nedizanî ku çi anîn serê min. Ezê behsa wêneyekî ji jiyana xwe bikim, weneyikî pirr kesan ji nêzik ve dîtî…

Ez li gundekî piçûk, li gundekî fiqara bûm. Wê rojê min hî nû dest bi dibistana destpêkê dikir. Serî sibe min xatir ji dêya xwe, ji “Gulê” xwest û ez çûm mektewê (dibistanê). Hetta êvarê ez bi hevalên xwe ve li wir mam. Dûvre mamosteyî por reş, em berdan û ez bi hêcanekê vegerîm mal. Min bi coşekê ji dêya xwe re bahs kir û gut ku:

“Ana, tu dizanî, navê te ne ‘Gul’ e, navê bavê min jî ne ‘Şix’ e.” 

Dêya bi min kennî û got:

“Lawo tu dîn bûyî, har bûyî, tu çi dibêjî, kî dibêje ku navên me ne rast in?“ 

Min got: “Na, bi Xwedê ez rast dibêjim, mamosteyî bi zimanê biyanî diaxifî ji min navê te û navê bavê min pirsî, min jî got ku navê dêya min ‘Gul’ e, û navê bavê min jî ‘Şix’ e. Wî mamosteyî rûyê xwe lixwe qerçimand û got; ‘naa, ew ne rast in, navê dêya te Gülsüm e û navê bavê te jî Ahmet e’…”

Dêya min tiştekî din ne got û serî lixwe ba kir û çû.

Hêcana min di gewriya min de wek kevirekî ma. Hetta îro jî ew kevir ji bedena min derneket, na, ji gewriya min xuşî û li ser dilê min rist.

Wê rojê şûnve û bêhtirî çend salan, ez “lal” bûm, her tiştî ku min navê wan dizanî, êdin ne rast bûn. Ez di nav zimanekî biyanî de sêwî mam û kokê peyvên min qetîn, k(g)er bûm û bûm ne tişt, jixwe ku tiştek bûma ezê li dibistanê bi zimanê dêya xwe biaxifima…

Piştê pênç-şeş salan ez lixwe mikur hatim û min dît ku ez bi zimanê xwe ne tiştek im, ti qîmeta gotin û kirinên min nîn in, min li ber xwe da ez ketim dû wî zimanê biyanî, jixwe her tim bi min nîşan didan û bi min dinimandin ku ez fêrê wî zimanî bibûma, ezê hîn bi qîmettir, zanatir û modern bibûma.

Dem hat û çû, ez ji mamosteyî xwe baştir fêrê wî zimanê biyanî bûm. Lê ez bi wî zimanê biyanî, çiqas modern bûm, çiqas bê pêş ve ketim, nizanim. Gelo ew zimanê biyanî bixwe, zimanekî çiqas modern bû, bi wê jî nizanim.

Lê tiştî ku ez pê dizanim, roja ku dêya min ez xistim rê û şandim mektewê virde, ji wê rojê pêve, ez ew kes im, ewê di nav peyvan de his û hestgermiya xwe û rihê zimanê xwe, rihê gotinên xwe vinda kirî me. Aniha ez fêra kîjan zimanî dibim, bi kîjan zimanî diaxifim, ez pê dihêsim ku ez hîn zêde jixwe dûr dikevim û biyaniya xwe dibim.

Di serê min de pirsek tevdigere; lê ku ew peyvên ez fêra wan dibim, ne rast bin?

………………………………………………
Şêwirmendê psîkolojîkî
rohatmiran@hotmail.com

Vielleicht gefällt dir auch